Şêniyên Hesekê ji bo piştgirîya berxwedana gerîla daketin qadan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkerî û xiyanetê çalakiyên xwe dewam dikin.
 Îro şêniyên bajarê Hesekê û Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên li ser başûrê Kurdistanê û gerîla daketên qadan. Di çalakiyan de êriş û hevkariya PDK’ê hat şermezarkirin û piştgiriya gerîla hat kirin.

Li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ku ji 17’ê nîsanê ve bi hevkariya PDK’ê pêk tîne, çalakiyên gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Şêniyên Hesekê îro bi pêşengtiya jinên ciwan li dijî êrişan meşek lidarxisin.

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, endamên Kongra Star û jinên Hesekê tevlî meşê bûn.

Jinên Hesekê ji çerxeriya Sînalko ber bi Baxçê serokatiyê meşiyan, û li wir meş veguherî mitîngê.

Di mitîngê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanc ji êrişên li ser gerîla qirkirina gelê Kurd e, her wiha soza piştgiriya berxwedana gerîla hate dayîn.

Birîndarên şer ên herêma Firatê û Minbicê li dijî êrişan daketin qadan

Birîndarên şer ên li Herêma Firat û Minbicê jî bi meşekê êrişên li dijî gerîla şermezar kirin.

Birîndarên şer tevî şêniyên Kantona Kobanê ji Qada Jina Azad ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Saziyên Birîndarên Şer ên Herêma Firat û Minbic daxuyanî hate dayîn.

Li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla konê çalakiyê hate vedan

Dîsa li Kobanê, ji bo piştgirya berxwedana gerîla, Yekîtiya Jinên Ciwan konê çalakiyê veda.

Şêniyên Navçeya Sirîn Çelebî, Şêran û Qinê serdana konê çalakiyê kirin.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hevkariya PDK’ê bi dagirkeran re hate şermezarkirin, her wiha li dijî êrişan soza bilindkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedana gerîla hate dayîn.

Çalakiya konvedanê wê du rojan dewam bike.

Li Şamê dayîkên şehîdan piştgiriya berxwedana gerîla kirin

Li Şamê jî, dayîkên şehîdan li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser başûrê Kurdistanê û gerîla daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li taxa Zorava bi amadebûna dayîkên şehîdan hate dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên bi hevkariya PDK’ê hatin şermezarkirin û soza piştgirya berxwedana gerîla hate dayîn.

Back to top button