Hozan Mizgîn hunermenda ku cihê xwe di nava gel de neqişand

Mizgîna leheng ..

Xwedî nav û deng ..

Hozan Mizgîn..

Bi nasnav Gurbet Aydin.

Hunermenda gelê Kurd ..

Di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê di encama êrişên dewleta qirker de şehîd bû.

Girîng e em her tim hunermendên civaka xwe bi rêz bi bîr bînin û jiyana wan zindî bihêlin.

Yek ji wan kesên ku cihê xwe di nava dilê gel de neqişand hozan Mizgîn e.

Hozan Mizgîn şoreşger, hunermend û fermandarek bû.

Hozan Mizgîn di sala 1962’an de li bajarê Êlihê yê girêdayî Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.

Beriya derbeya 1980’î bi demeke kurt tev li nava Tevgera Azadiya Kurd bû.

Rêber Abdullah Ocalan, jî li ser kesayet û sekna Hozan Mizgîn van tiştan dibêje:

“Ew keçeke ji aliyê PKK’ê ve hat afirandin.

Hevaleke me bû ku di temenê xwe yê biçûk de tev li me bû.

Keçeke ku layiqî PKK’ê bû.

Keça ku tu carî berovajî xeta PKK’ê nebû.”

Hozan Mizgîn li Tetwan’ê di 11 Gulan’a 1992yan dikeve nava pevçûnekê û di encamêda tev li kerwanên şehîdan dibe.

Di ser şehadeta Hozan Mizgîn 30 sal derbas bûn.

Lê heya niha jî stranên Hozan Mizgîn li malên kurdan, tên guhdar kirin.

Back to top button