Parlemantoya Katalonyayê êrişên dewleta Tirk li dijî gerîla şermezar kir

Parlemantoya Katalonyayê bi daxwiyaniyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî kurdan şermezar kirin û bang li ji NY, Yekitiya Ewropa û Komkara Erebî kir ku bi lez mudaxele bikin û êrişan rawestînin.

Daxuyanî ji aliyê seroka Parlemantoya Katalonyayê Laura Borras ve hat xwendin.

Laura Borras diyar kir ku Armanca wî ji van êrişan ew e ku herêmê vala bike û piştre dagir bike.

Der barê bêdengiya civaka navneteweyî de jî Borras ev yek anî ziman:

“Eger ev bêdengî dewam bike dê li Kurdistan û Rojhilata navîn îstîqrarî têk biçe, xwîn bêhtir were rijandin.

Parlemantoya Katalonyayê ev bang kir:

“Divê hikûmet û rêxistinên navneteweyî di nav de NY, NATO, Yekitiya Ewropayê û komkara Erebî li dijî tedbîrên lezgîn bigirin.

Divê Ispanya çekan ji Tirkiyê re neşîne..

Divê partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên aştiyê, li dijî êrişên dagireriya Tirk bisekinin.

Divê parastina partiyên Kurdî yên ji bo berjewendî, û azadiya kurdan kar dikin bê kirin.”

Back to top button