Kampa Holê..kesekî din li kampê hat kuştin

Tevlihevî û bûyerên kuştin û revandinê li Kampa Holê bi dawî nabin.
Rojane ji van, bûyerek rû dide û kesek dibe qurban.
Kesekî din li kampê bi êşkenceyê hat kuştin.

Kesî hatî kuştin, Ehmed Ismayil El Fîhan El Dilêmî ye.

Li beşê yekem ê kampê, li Komîna 10’an dima.

Hevjîna wî, Nehla Hiwêdî Salih e, zarokên wî tune ne.

Hat ragihandin ku Ehmed berî were kuştin, se’et 12’ê bi şev hat revandin.

Piştî tê birîndarkirin, li malbata wî tê vegerandin.

Ehmed bi kêrê li gurçik, herdu ling û destên wî kêr hatibû birîndarkirin.

Tevî wê, nîşaneyên êşkenceyê jî li ser laş hebûn.

Bi dehan koçber û penaberên li kampê bi vî awayî hatine kuştin.

Ji ber di vê kampê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene, rojane bûyerên bi vî rengî rû didin.

Back to top button