Nûçegihana El Cezîre vê sibê bi gulleya leşkerên Israîlî hat kuştin

Yek ji nûçegihanên herî kevn ên televizyona El Cezîre, Şêrîn Ebû Aqlê, vê sibê hate kuştin.
Rêveberiya El Cezîre ragihand ku dema nûçegihana wan êrişa li dijî bajarê Cenîn dişopand, bû armanca gulleyên leşkerên Îsraîlî.

Rojnamevana Filîstînî û nûçegihana El Cezîrê, Şêrîn Ebû Aqlê dema rewşa aloz a li bajarê Cenînê dişopand, bû armanca gulleyên artêşa Îsraîlê.

Ev yek ji aliyê Wezareta Tendirûstiyê ya Filîstînê ve hat biparvekirin.

El Cezîrê jî bi nûçeyeke lezgîn kuştina Şêrîn Ebû Aqlê ji aliyê leşkerên Îsraîlî ve piştrast kir.

Rêveberiya televizyonê ragihand ku dema nûçegihana wan êrişa li dijî kampên Cenînê dişopand, bûye armanca gulleyên leşkeran.

El Cezîrê diyar kir ku nûçegihana wan êlekê rojnamegeriyê jî li xwe kiribû û wiha dewam kir:

Dema serdegirtinê, leşkerên Îsraîlê bê serûber gulle li xwepêşandêr û xebatkarên ragihandinê reşandin.

Şêrîn Ebû Aqlê ku sala 1971’an ji dayîk bûye, demekê li nava saziyên ragihandina Filîstînî xebat kir.

Ji sala 1997’an jî weke nûçegihana El Cezîrê li Filîstîn û Îsraîlê bû.

Back to top button