Mijara bicihkirina milyonek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî ji aliyê Tikriyê ve, rastî bertekên tund tê.
Hemdan El-Ebid Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser dibêji:
“Armanc ji vê planê, qutkirina herêmên dagirkirî ji Sûriyê ye.”
Hemdan El-Ebid anî ziman dewleta Tirk beriya niha plana vê yekê kiribû û ev got:
“Bi rêya Islamê dewleta Tirk dest li karûbarên welatên Rojhilata Navîn werdide da ku berjewendiyên xwe fireh bike.”
Hemdan El-Ebid li ser armancên dewleta Tirk a qirker ji vê planê jî ev got:
“Bi rêya pêkanîna vê yekê; ew dixwaze Ewropayê dilrehet bike û ji wan penaberan xelas bibe.
Her wiha dixwaze wan herêmên dagirkirî ji Sûrî qut bike û wan penaberan di paşerojê de ji bo hilbijratinan bi kar bîne.
Hemdan El-Ebid piştrast kir ku ev plan li dijî pîvanên û zagonên navneteweyî ye û wê neyê qebûlkirin.