CIWANÊN SILÊMANIYÊ LI DIJÎ DAGIRERIYÊ DERKETIN, ASAYÎŞÊ ÇALAKI ASTENG KIR

Gengcanî Welatparêzî Kurdistan û Jinên Ciwanên Tekoşer, xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Ciwanan ji bo daxuyaniyê destur ji parêzgeh û asayîşa Silêmaniyê girtin.
Lê di saeta daxuyaniyê de hatin astengkirin.

Li ser astengkirinê, ciwanan daxuyaniyek dan.

Hîva Kerkukî li ser navê ciwanan daxuyanî xwend û got:

“Çalakiyên me li dijî dagirkeriyê bû, lê hate astengkirin.

Astengkirina vê meşê ne exlaqî ye.

Em şermezar dikin.

Her wiha çalakvanê greva birçîbûnê Herêm Mehmud jî axivî û got;

Dixwazin gelê me teslîmî dagirkeriyê bikin.

Lê em wekî gelê Başurê Kurdistanê em ê her tim di nav tekoşînê de bibin.

Daxuyanî bi xwendina sirûda “Ey Reqîp” bidawî bû.

Leave a Reply

Back to top button