Dewleta Tirk gundê Um El-Qura û Um El-Hoş ên Şehbayê topbaran dike

Piştî êrişa li Kobanê dewleta Tirk gundên Um Qura û Um Hoş ên kantona Şehbayê topbaran kir.

Danê sibehê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundên Um Qura û Um Hoş ên kantona Şehbayê topbarn kir.

Ev yek piştî êrişa balafirên bê mirov ên bi çek li ser başûrê bajarê Kobanê û navenda bajêr, pêk hat.

Duh derengiya şevê jî dagirkeran gundên Tewîla û Til Tewîl yên navçeya Til Temirê ên asûrî armanc girt.

Heman rojê dagirkeran gundên Dibis, Hoşan û Cidêda û rêya M4 yên li rojavayê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kirin.

Back to top button