ŞANDEYEKE EWROPÎ SERDANA SAZIYÊN PERWERDÊ YA LI AMÛDÊ KIR

Şandeya ku ji 18 rojnamevan, rewşenbîr û mafnasên ji gelek dewletên Ewropa û Amerîkayê pêk tê, serdana saziya minhac a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li navçeya Amûdê kir.

Mamosteyên zanîngehên Amerîka û kesayetên ji nasnameya Îranî, Birêtanî û Îtalî jî di nava şandeyê de hebûn.

Şande ji aliyê endamên rêveberiya saziyê ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê îşaret bi armanca serdana xwe kir û got:

Me xwest sîstema dersan ji nêz ve bibînin.

Em gelek kêfxweş in ku me ev sîstem nas kir.

Gelek projeyên me têkildarî perwerdekirina zarokan de hene.

Em ê vê sîstema perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têxin nav projeyên xwe.

Sîstema pewerdê mînakeke girîng e.

Şandeyê pêşniyara avakirina komeleyek perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û di nava komeleyê de pêşniyara komîteyeke dersan kir.

Leave a Reply

Back to top button