Li navçeya Sinûnê meşek li dijî êrişan hate lidarxistin

Çalakî û nerazîbûnên civaka Êzidî ên li dijî êrişên li ser Şengalê didomin Welatiyên Şengalê li navçeya Sinûnê meşek li dijî êrişan û peymana 9’ê Cotmehê li darxistin.

Bi hezaran welatiyên Êzidî beşdarî meşê bûn û pankartên “Em peymana di navbera PDK’ê û Mistefa El-Kazimî de red dikin” hatin rakirin.

Meş li pêşiya Meclisa navçeya Sinûnê destpê kir û li navenda navçeyê veguherî mêtingê.

Di mîtîngê daxuyaniyek ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Xweseriya Şengalê Xelef Şengalî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc ji van êrişan valakirina xaka Şengalê ji gelê wê yê resen e û hin daxwaz hatin parvekirin.

Hin ji wan daxwazan ev in: “Em wekî gelê Êzidî yê Şengalê hemû peymanên ku bêyî şêwra me pêk tên red dikin.

Pêwîste Iraq di çarçoveyeke qanûnî de xweserîya Êzîdxanê qebûl bike.”

Her wiha bang li NY û aliyên peywendîdar hate kirin ku li dijî van binpêkirinan bisekinin û helwesteke cidî nîşan bidin.

Back to top button