Wezareta Karê Derve a Amerîkayê: Êdî şîrketên biyanî dikarin li Bakur û Rojhilatê Sûrî kar bikin

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê ragihand ku di nava çend rojan de ew ê fermî ragihînin li Bakur û Rojhilatê Sûrî wê ji derveyî cezayên qanûna Sezar were hiştin.
Wezratê wekî din diyar kir ku êdî şîrketên biyanî dikarin li herêmê kar bikin.

Doh li paytexta Mexribê Merakişê, civîna Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê pêk hat.

Civîn bi armanca astengkirina belavbûna DAIŞ’ê li Afrîka û her wiha misogeriya aramiyê li herêmên hatine rizgarkirin, pêk hat.

Ajansa Nûçeya a Reutersê eşkere kir ku Amerîka di civînê de bal kişandiye ser rewşa dawî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Bi vê armancê, Wezareta Karê Derve a Amerîkayê ragiahnd ku ew ên di rojên pêş de bi awayekî fermî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî li derveyî qanûna cezayan a Sezarê bihêlin.

Alîkara Wezîrê Karê Derve, Victoria Nuland (Vîktorya Nûland) li ser mijarê axivî û got,

Amerîka wê rê bide şîrketên biyanî da ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî kar bikin.

Ev yek tenê wê li herêmên ku ne di bin kontrola hukûmeta Şamê de pêk were.

Armanc jê ew e ku deverên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin di warê debara jiyanî de karibin bibin xwedî derfet.

Li gorî hin dîplomatan, biryar niha wê ji bo mijarên çandinî û xebatên avakirinê were bicihanîn.

Back to top button