Artêşa Tirk ciwanek ji pêkhateya ereb li ser sînor kuştin

Li dijî pêkhatyên herêmê tev, êrişên dewleta Tirk dewam in.
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ciwanekî ereb bi hovîtî kuşt.

Bûyer şevê din li Gundê Endîwerê pêk hat.

Ciwanê ji pêkhateyên Ereb Yehya Dexîl bi guleyên artêşa Tirk hat kuştin.

Şêniyên gund cenazeyê Yehya Dexîl rakirin nexweşxaneya wetenî.

Hat ragihandin ku Yehya Dexîl ji gundê Wanik ê navçeya Dêrikê ye û temenê wî 22 sal in.

Back to top button