Ji se’etên sibehê ve dewleta Tirk gundên Til Rifet, Şehba, Şera û Şêrawayê topbaran dike.
Dewleta Tirk navçeya Til Rifet, gundên Dêr Cimêl, Şêx Hîlal, Kefer Naya û rêyên di navbera vî gundî û navçeya Til Rifetê de bi dijwarî topbaran kirin.
Ji bilî van, gundên Kiştarê, Kefer Anton, Tat Meraş û Şewarxa yên navçeya Şerayê jî hatin armancgirtin.
Nêzî 40 top li deverên navborî ketin.
Vê sibehê gundên Soxanek, Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawayê jî rastî êrişan hatin.
Şevê din jî di encama êrişên li ser gundê Ewn Dadat ê Minbicê de 2 kes birîndar bûn.