Li Kampa Holê kesek hate bi dar ve kirin

Kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin, yek ji deverên herî xeter ên li Cîhanê tê binavkirin.
Li kampê, vê carê jî kesek hate bidarvekirin.

Her roj bi destê şaneyên DAIŞ’ê li Kampê êriş û buyerên kuştinê rû didin.

Îro jî li kampê kesek bi darvekirî hat dîtin..

Hêzên operasyonê yên Asayîşê piştî ku agahî digrin, berê xwe didin cihê bûyerê..

Eşkere bû ku ev kesê hatiye bidarvekirin Hemîd Mivzî Minawir ê 75 salî ye û ji bajarê Musilê ye…

Her wiha duh jî kesê bi navê Ehmed Ismaîl El-Fîhan bi kêran hatibû derbkirin, dest û piyên wî hatibûn şikandin.

Ehmed Ismaîl ku li beşa yekemî li komîna 10 dima, berî ku bighênîn navenda tendiristiyê jiyana xwe ji dest da..

Back to top button