LI SER SÎNORÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ KOLBEREK QETIL KIR

Dinava 24 saetan de li ser sinorê Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de kolberek jiyana xwe ji destda û sê kolber jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku doh li gundê Zelê yê navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrîşî kolberan kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir, di encama êrîşê de kolberê bi navê Mihemed Hisên Zade yê 28 salî ku bavê du zarokane hat kuştin.

Her wiha hat eşkere kirin ku pêr jî li heman gundî sê kolber ji ber gulebarana hêzên rejimê birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button