Li kargeha Azovstal rewşa leşkerên Ukrayna zore

Şerê li Ûkrayna êdî nêzî miha xwe ya sêyem dibe. Lê hîna jî nîşaneyek ku ev şer wê bidawî bibe xuya nake. Ûkrayna di berdêla birîndarên xwe yên li kargeha Azovstal ya Mariupolê de, ji bo Moskow pêşniyara pevguhertina dîlan kir. Wezîrê Karên Derve yê Ukrayna Kuleba careke din bang li welatên YE kir ku cihekî ji bo wan veqetînin. Moskow îdia dike û dibêje, ew li Ewropa şer naxwazin.

Li bajarê Mariupolê şerê herî dijwar yê di navbera hêzên her du welatan de pêk hat.

Kargeha Azovstal jî şahidiya vê yekê dike.

Li kargehê tevî dorpêça ji meha Adarê ve, hêzên Ukrayna hewil didin, li dijî Rûsya şer bikin.

Rûsya jî bi çekên giran, kargehê dikin armanc.

Ukrayna pêşniyara pevguhertina girtiyên şer kir

Cîgira serokwezîra Ukraynayê Irina Vereshchuk diyar kir ku wan ji bo derxistina leşkerên Ukraynayê yên birîndar ji Azovstal a li Mariupolê, peşniyara pevguhertina girtiyan pêşkêşî Rûsyayê kiriye.

Li herêma Donatskê jî hêzên Rûsya bi pêşdeçûna xwe re derbên giran li artêşa Ukrayna dixin.

Cenazeyê leşkerên Ukrayna li naverastê mane.

Ukrayna: 26,650 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Bîlançoya qrubaniyên şer yên Ukrayna û Rûsya giran dibe.

Sererkaniya Ukrayna bi daxuyaniyekê ragihand ku ji despêka şer heta niha 26 hezar û 650 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Her wiha, 199 balafir, 161 helîkopter û hezar û 195 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Kuleba: Divê ye cih ji Ukrayna re veke

Wezîrê Karên Derve yê Ukrayna Dmitro Kuleba jî di axaftina xwe ya ji çapemeniya Almanya re ji Yekîtiya Ewropa daxwaz kir ku cihê wan di nava yekîtiyê de çêbikin.

Lavrov: Em şerekî li Ewropa naxwazin

Li aliyekî din Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi hempişeyê xwe yê Urdinê Bedr Bin Hemed el-Busaidî re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Lavrov di hevdîtinê de got: “Me li ser geşedanên operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê agahî da dostên xwe yên Omanî.

Em naxwazin li Ewropa şerek derbikeve”.

Back to top button