Şandeyeke Siwêdî serdana Rêvebeeriya Xweser kir

Şandeyeke ji Siwêdê serdana Buroya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser kir. Piştî hevdîtinê, 2 jinên DAIŞ’î yên Siwêdî radestî şandeyê hatin kirin. Her wiha şandeyeke Katalonyayê jî serdana Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê kir.

Şandeyeke ji Siwêdê serdana Buroya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Şandeya Siwêdî ji Balyoz Frederic Florn, Seroka Beşa Karûbarên Konsulxane û Yasaya Sivîl û cîgira wî Xanim Christine Hedenberg pêk hat.

Şande ji hêla cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese Ebîr Îlya hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziyê û rewşa herêmê hate nîqaşkirin.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese Ebîr Îlya di di hevdîtinê de behsa dosya DAIŞ’ ê û xeteriya wê li ser herêmê kir û got,

Pêwîste pirsgirêka Çeteyên DAIŞê ji bingehîn ve were çareserkirin û dadgehek ji çeteyên DAIŞê re were avakirin.

Balyoz Frederic Florn jî tekez kir ku divê aloziya Sûriyê were çareserkirin.

Piştî nîqaşan, Buroya Têkiliyên Derve 2 Jinên DAIŞ’î radestî şandeyê kirin.

Şandeyeke Katalonî serdana desteya rêveberiya herêmî û ekolojî ya herêma Cizîrê kir kir

Di heman rojê de şandeyeke Katalonî serdana Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê kir.

Hevdîtin li navenda Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî ya Qamişlo hat kirin.

Şandeya ku serdan kirî, ji 3 kesan pêk hat.

Di hevdîtinê de hevserokên desteyên Şaredariyên herêma Cizîrê jî amade bûn.

Piştî civîna ku zêdetirî saetekê dom kir, encamên wê bi daxuyaniyeke hevbeş hatin ragihandin.

Serokê rêxistina Fons Katalan Davîd Mînovesa spasiya xwe anî ziman û got;

Ji bilî projeyên ekolojî armanca sereke ew e ji bo koçberan projeyên taybet bêne pêşxisitn.

Back to top button