Leyla Qasim bi merasîmekê li Kerkûkê hat bîranîn

Jina şoreşger a Kurd Leyla Qasim di salvegera 48’emîn a şehadeta xwe de li bajarê Kerkûkê bi merasîmekê hat bîranîn.

Meresim ji aliyê çalakvan Aheng Enwer, Amîne Ehmed û Sara Şêxanî li Pirtûkxaneya Karêz hat lidarxistin.

Di merasîmê de jiyannameya Leyla hat xwendin û li ser jiyana wê sînevîzyonek jî hat nîşan dan.

Piştre her du çalakvanên sivîl Amîne Ehmed û Sara Şêxanî du gotarên cuda pêşkêş kirin.

Di gotaran de behsa astengiyên ku jin di civakê de pê re rû bi rû dimînin hat kirin û wiha ji jin û ciwanan re hat gotin:

“Divê ciwan û jin ji bo pêkanîna armancên xwe zêdetir têbikoşin û roleke zêdetir di nava civakê de bilîzin.”

Dawiyê, Pirtûka Heval Kuwêstanî ya bi navê ‘Ew rojên niştiman ayîdê hemûyan bû’ pêşkêşî kesên di merasîmê de hazir hat kirin.

Her wiha wêneyekî şehîd Leyla Qasim pêşkêşê Pirtûkxaneya Karêz hat kirin.

Back to top button