QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewand

QSD’ê ragihand nûçeyên ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ve derketine ku êrişa li ser Karkamîşê dispêrin hêzên wan nerast e.

Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê bersiva nûçeyên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku dibêje QSD’ê êrişê Karkamişiyê kiriye û got:

“Êrişa ku li hember Karkamişê hatiye kirin, ti têkiliyên me pêre nîn e..

Di êrişên dagirkeriyê de gundên Kobanê, Eyn Îsa, Minbic û Şehba bi awayek dijwar hatin arman girtin û bêhtirî 29 gund hatin topbarankirin.

Ev bûyera ku li Karkamişê çêbûye, ji bo ku ev êrişên xwe rewa bide nîşandan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye plankirin.

Ev bûyer provakasyonek e û bi vê provakasyonê ve hedef dikin ku êrişên xwe li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye dijwartir bikin.

Pêwîst e gelê me û raya giştî ya cîhanê baweriya xwe bi nûçeyên bi vê awayî ve neynin.”

Back to top button