QSD’ê: Di 24 se’etên dawî de 53 gund hatin topbarankirin

Artêşa Tirk doh li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrişên dijwar pêk anîn.
Li gorî QSD’ê di nava 24 se’etên dawî de bêtirî 50 gundên herêmê hatin topbarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî eşkere kir.

Navendê diyar kir ku roja 12’ê Gulanê, gelek deverên herêmê bûn armanca êrişa topxane û moşkên artêşa Tirk.

Di daxuyaniyê de li ser encama êrişan a 24’ê seetên dawî ev agahî hatin parvekirin:

Ji navçeya Efrînê Şêrawa û heta, Minbic, Kobanê û Eyn Îsayê, artêşa Tirk seranserê xeta 280 kîlometroyî, bi dijwarî êrişî 53 gundan kir.

Di van êrişan de herî kêm 40 ton teqemenî hatin bikaranîn.

Li gorî vê,

Herêma Şehba, Efrîn, derdora Til Rifat û bi giştî 23 gund hatin topbarankirin.
Di van êrişan de herî kêm 700 top û moşekên tankan hatin bikaranîn.
Li xeta Minbic û Babê jî artêşa Tirk 177 top avêtin 13 gundan.
Gundewarên bajarê Kobanê jî danê êvarê para xwe ji van êrişan girtin.
Li vê herêmê nêzî 10 gund bi 67 moşekî hatin topbarankirin.
Li herêma Eyn Îsayê jî 5 gund û Rêya M4 bi dijwarî hatin topbarankirin.

Di hemû êrişan de cih û warên sivîl bûne armanc.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê êrişên artêşa Tirk bi hovîtî binav kir û got,

Xemsariya hêzên cîhanî û bi taybet welatên garantor pêşî li van êrişan vedike.

Dewleta Tirk bi zanebûn berê topên xwe dide warên sivîlan û bi vî awayî mafê jiyanê yê mirovan binpê dike.

Navenda QSD’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk û çapemeniya wî jî ev agahî dan:

Dibêjin di êrişên 12’ê Gulanê de, 21 şervanên QSD’ê hatine kuştin. Ev nûçe bi temamî derew in.

Back to top button