Der barê peymana civakî û taybet benda xweparastinê, ji fermandarên YPJ’ê Sozdar Dêrik tekez kir ew YPJ’ê wê girêdayî bendên peymanê bin.
Sozdar Dêrik bang li hemû beş û pêkhatyên herêmê jî kir ku xwedî li biryarên ku werin girtin, derkevin û bi cih bînin.
Demek e ji bo amadekirina peymana civakî, kar û xebatekî berfereh tên meşandin.
Ji xalên sereke yên di bendên peymanê de, xweparastin e.
Di vî bendî de, erk û mafên hêzên leşkerî cih digirin.
Li ser vî bendê xweparastinê, ji fermandarên YPJ’ê Sozdar Dêrik nirxanidin kir.
Sozdar Dêrik giringiya vê peymanê anî ziman û tekez kir ew YPJ wê girêdayî bendên diyarkirî bin.
Sozdar Dêrik: Divê hemû pêkhate xwedî li biryarên reşnivîsê derkevin
Fermandar Sozdar bang li hemû beş û pêkhateyên di Rêveberiya Xweser kir ku xwedî li biryarên reşnivîsê derkevin.
Li ser giringiya xalên xweparastinê û bicihkirina wê di peymanê de, Sozdar Dêrik ev got:
Fermandar Sozdar Dêrik dawiya nirxandina xwe da xuyakirin ku xweparastin mafekî rewa yê hemû gelan e û divê gelên li herêmê jî xwe biparêzin.