Rêxistina Mafê Mirov a Efrîn-Sûriyê: Koma yekem a penaberên Sûrî derbasî Girê Spî hat kirin

Plana dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî êdî dikeve pratîkê.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirov a Efrîn-Sûriyê, koma yekem a penaberan derbasî Girê Spî ya dagirkirî hat kirin.

Demek bû dewleta Tirk behsa mijara bicihkirina penaberên Sûrî yên ji deverên cuda, li herêmên dagirkirî dikir.

Ev plan rastî nerazîbûnên tund ji aliyê gelê herêmê taybet ji aliyê koçberên ji wan herêman ve hat.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirov a Efrîn-Sûriyê, koma yekem a penaberan derbasî Girî Spî hat kirin.

Ev kom jî ji 100 penaberî pêk tê.

Li gorî agahiyên ku rêxistinê bi parve kirine; penaber di dergeha Girê Spî ya dagirkirî re derbas bûne.

Û ew jî ji parêzgehên Sûriyê; Hums, Heleb, Idilb, Dêra Zor û ji devera Xutaya Rojhilatî ne.

Ev yek jî di çarçoveya plana guhertina demografiya herêmên dagirkirî de tê dîtin û li sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê tê zêdekirin.

Back to top button