Şêniyên Derbendîxanê: Divê şêniyên Başûr li dijî dagirkeriyê rabin

Şêniyên Silêmaniyê û Derbendîxan ên Başûrê Kurdistanê bêdengiya hikumeta Başûr a li hember êrişên Tirkiyê şermezar kirin.
Şêniyan bang li gelê Başûr kir ku li dijî van êrişên dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.

Nerazîbûnên şêniyên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk zêde dibin.

Hisên Letîf jî bêdengiya hêzên li Başûr ya li hember êrişan rexne kir û bang li gelê Başûr kir ku li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin.

Şêniyên Silêmaniyê: Dewleta Tirk dixwaze başûr dagir bike û PDK jî alîkar e

Şêniyên Silêmaniyê jî li dijî van êrişan û hevkariya PDK’ê dibêjin:

Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û PDK’ê jî pê re dibe alîkar.

Ev xiyanet e. Ger gerîla nebe wê dewleta Tirk hemû Kurdistanê dagir bike.”

Back to top button