NY ji ber zextên Talîban yên li ser jinan bi ‘awerte’ civiyan

Rêveberiya Talîbanê, Efxanîstan ji bo jinan kiriye girtîgeh.

Êdî gihiştiye wê astê ku jinên li Efxanistanê wisan difikirin ku jin bûn li vî welatî sûce.

Ji roja hatina Talîbanê ser deshilata welat û heta niha, tenê tişta dike derxistina qanûnên qedexe yên li ser jinan.

Xwendin qedexe kir….

Cil û bergên li gorî daxwazê qedexe kir…

Derketina ji welat ya bi tenê û gelek tiştê din…

Li dijî vê yekê, Konseya Ewlekariya ya NY bi mijara zextên Talîban yên ser jinan re bi aweyekî awerte civiya.

Li Efxanistanê ji Tebaxa 2021’ê roja ku Talîbanê rêveberiya welat kontrol kirî û heta niha tenê zexta li ser jinan zêde kiriye.

Li dijî zextên Talîbanê Konseya Ewlekariyê ya NY doh bi aweyekî awerte civiyîneke li çapemeniyê girtî pêk anî.

Balyoza Brîtanya li Neteweyên Yekbûyî Barbara Woodward piştî hevdîtinê ji rojnamevanan re got,

Balyozan li ser xebatên şandeya siyasî ya NY li Efxanîstanê, bi taybetî li ser rewşa jin û keçan gotûbêj kirin.

Cîgira Balyozê Norwêcê li NY Trine Heimerback jî beriya civînê ji rojnamevanan re got,

Siyasetên Talîbanê li şûna çareserkirina “rewşa karesatbar a aborî û mirovî” ya welat, giranî dide ser tepeserkirina jinan.

Heimerback hişyarî da ku ev dikare bibe sedema “şiddet û radîkalbûnê”.

Di daxuyaniya Norwêcê de wê bang were kirin ku polîtîkayên ku mafên jinan bisînor dikin bên nirxandin.

Îrlanda û Meksîka, ku hevserokên Koma Pisporên Nefermî yên KENYê yên Jin, Aştî û Ewlekariyê ne, nameyek ji endamên konseyê re şandin û biryara dawî ya Talîbanê wekî “tirsdar” binav kirin.

Li Efxanistanê ji bo jinnan burqa mecbûrî ye

Wezareta Vexwendina ji bo qencî û nehiştina xirabiyê ya hikûmeta demkî ya Talîbanê di 7’ê Gulanê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku li gorî qanûnên nû “rugirtina” jinên temenê wan têgihiştî neçarî ye.

Li gorî vê yekê, jin wê burqa ya ku yek ji kevneşopiyên Efxanîstanê ye, an jî cilek reş ku bi tevahî laşê wan digire, li xwe bikin.

Dema jinekê ev pêk neanî wê despêkê mezinê malbatê were agehdarkirin.

Ger ev yek dubare bû, wê ev kes 3 rojan were girtin.

Ger ev yek hîna dewam kir, wê mezinê malbatê yê hatî girtin, derxin pêşberî dadgehê.

Li gorî rêgezên nû yên ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve hatine ragihandin, jinên “ruyê xwe negirin” yên di meqamên hikûmetê de dixebitin wê ji kar bên derxistin.

Karmendên ku di asta yekem de têkiliya wan bi jinên “rûyê xwe negirtî” re heye, wê ji wezîfeyê bên girtin.

Rêvebiriya Talîbanê berê jî pêkanînên wekî rawestandina xwendina xwendekarên keç di xwendina navîn de, veqetandina rojên dersê li zanîngehan li gorî zayendê û neçûna rêwîtiyên dûr û dirêj bêyî xizmekî nêzîk qedexe kiribû.

Back to top button