HPG’ê: Li Zapê 3 leşkerên dagirker hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Zap’ê 3 leşkerên din ên artêşa Tirk hatine kuştin.
Di vê navberê de ji ber xistina helîkoptera Skorsky, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, gerîlla û fermandarên herêma Zapê silav kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî artêşa Tirk, ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

  • Li herêma Avaşînê

12’ê Gulanê, hêzên dagirker hewl dan ber bi çeperên şer ên Qada Werxelê ve pêşde biçin.

Gerîllayên YJA Star bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker dan.

Di encama çalakiya gerîlla de, hêzên dagirker neçar man paşde biçin.

  • Li herêma Zapê

11’ê Gulanê li Qada Kurojaro, hêzên dagirker xwestin êrişî devera Girê Şahîd Tolhildan bikin.

Lê di encama destwerdana gerîlla de, hewldana dagirkeran bi ser neket.

12’ê Gulanê, li Qada Karker, leşkerên li dora Girê Ortê bûn armanca çalakiya sekvaniyê.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê, li Qada Kurojaro jî gerîlla bi çekên giran li hêzên dagirker dan.

Li vir jî leşkerek hat kuştin.

Li Girê Şehîd Sorxwîn jî leşkerên xwestin ber bi çeperên şer ve pêş de werin bûn armanca gerîlla.

Di çalakiyekê de leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa dagirker 12’ê Gulanê, bi balafir, top û helîkopteran gelek qadên Zap, Xakûrk û Metînayê bombebaran kirin.

Fermandariya biryargeha NPG’ê: Gerîllayên li herêma Zapê sembola lehengî û canbexşiyê ne

Di vê navberê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji ber çalakiyên serketî ya gerîllayên Zapê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Fermandariyê diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst û qirker, gerîllayên Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apocî li ber xwe didin û got:

“Gerîlayên me yên leheng li tunelên şer bi taktîkên afirîner derbên giran li dijmin dixin û nahêlin bi pêş ve biçe.

Herî dawî şeva 11’ê Gulanê li girê Şehîd Şahîn ê eyaleta me ya Zapê, gerîlayên profesyonel helîkoptereke Skorsky a artêşa dagirker xistin xwarê.

Encama vê çalakiyê nîşaneya rêbaza lêdanê ya Apocî ye.

Em hevalan hemûyan pîroz dikin û di berxwedana wan de serkeftinê dixwazin.”

Back to top button