Serokê Îmarat El Nehyan di 73 saliya xwe de wefat kir

Serokê Îmarat El Nehyan di 73 saliya xwe de koça dawî kir. Ji ber wefata El Nehyan 40 rojan şîna netewî hate ragihandin.

Serokatiya Îmaratê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê welat Şêx Xelîfe Bin Zayed El Nahyan wefat kir.

Ji bo mirina Nahyan ê 73 salî, li seranserê welêt 40 roj şîna neteweyî hat ragihandin.

Di şîna neteweyî de wê alên li seranserê welêt dakevin nîvî.

Di sektora taybet û giştî de wê rojekê bêhnvedana ji bo kar bê dayîn.

El Nahyan di sala 1948’an de li Ebû Dabî ji dayik bû-

Piştî ku bavê wî Şêx Zayed bin Sultan El Nahyan 2’ê Mijdara 2004’an koça dawî kir, di 3’ê Mijdara 2004’an de wek Serokê Îmaratê dest bi kar kir.

Back to top button