Plana guhertina demografya herêmên dagirkirî

Plana dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî êdî dikeve pratîkê.
Dewleta Tirk koma yekem a penaberan derbasî Girê Spî ya dagirkirî kir.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo bang li aliyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî van planên dagirkeriya Tirk bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.
Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê jî ev kirinên dewleta Tirk weke sûc bi nav kir.

Dewleta Tirk ev demeke qala plana vegerandina 1 mîlyon koçberên Sûrî li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî dike.

Dewleta Tirk bi vê plana xwe dixwaze demogarfiya herêmên dagirkirî biguherîne û ji Kurdan vala bike.

Dagirkeriya Tirk êdî dest bi pêkanîna vê plana xwe dike.

Rêxistina Mafê Mirov a Efrîn-Sûriyê ragihad ku koma yekem a penaberan derbasî Girê Spî ya dagirkirî hat kirin.

Ev kom jî ji 100 penaberî pêk tê.

Penaber di dergeha Girê Spî ya dagirkirî re derbas bûne.

Ev penaber ji bajarên Hums, Heleb, Idlib, Dêra Zor û Xutayê ne.

Ev plana dagirkeriya Tirk bû sedema nerazîbûnên tund ya gelê herêmê bi taybetî koçberên ji wan herêman.

Ibrahîm Şêxo: Pirsgirêka koçberan bêyî çareseriya aloziya Sûrî çareser nabe

Sazî û rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û gelek alî li dijî vê planê derketin û armanca wê ji raya giştî re eşkere kir.

Berdevkê Rêxitina Mafê Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo der barê vê mijarê de ji televizyona me re axivî.

Şêxo da zanîn ku metirsîya vê plana li ser demogarfiya herêmê pir mezin û xelkê wê yê resen ji dûrî axa wan dixe.

Şêxo anî ziman ku pirsgirêkên koçberan bêyî çarserkirina pirsgirêka Sûriyê ne pêkan e were çareserkirin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bang li aliyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî van planên dagirkeriya Tirk bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.

Luqman Ehmê: Ev plan sûcekî şer e û aliyên bêdeng hevkarên vî sûcî ne

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê jî li ser vê mijarê ji ANHAy’ê re axivî.

Luqman Ehmê da zanîn ku ev plan dewama siyaseta dewleta Tirk a li ser komkujî û qirkirinên gelan hatiye avakirin e û weke sûcên şer bi nav kir.

Ehmê got, “aliyên piştgiriyê didin projeyên wiha jî hevkarên van sûcan in û li pêşberî dadgehên navneteweyî divê werin darizandin.”

Luqman Ehmê anî ziman ku civaka navneteweyî jî bi bêdengiya xwe berpirsê van sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ye û hevkarên sûcên dewleta Tirk in.

Berdevkê Rêveberiya Xweser bang li tevahiya dewlet û rêxistinan kir ku bi van projeyan neyên xapandin, li dij bisekinin û bi hinceta alîkariya penaberan pera nedin Tirkiyê.

Back to top button