GARDIYAN: BIRÎTANIYA PLAN DIKE HÊZÊN TAYBET BIŞÎNE SÛRIYÊ

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê li ser destên şervanên QSD’ê, hin fermandarên Birîtanî pêşinyar dikin ku hêzên taybet ên Birîtanî ji bo Sûriyê werin şandin da ku şerê gefên Rûsiya û yên ji derveyî wê bikin.

Rojnameya Gardiyan a Birîtanî diyar kir ku fermandarên Birîtanî pêşinyar dikin ku hêzên Birîtanî yên ku şerê DAIŞ’ê li Sûrîiye û Iraqê kirin, divê wekî hêzên taybet li dijî gefên Rûsiyayê li Sûriyê werin erkdarkirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku derbarê vê mijarê de Rêveberiya Hêzên Taybet yê Birîtanî plana bi navê ”Wateya Operasyonên Taybet” amade kiriye û dê di demek nêz de ji hêla Hikumeta Birîtanî ve were nîqaşkirin.

Rojnameyê teqez kir ku eger ev plan were erêkirin wê yekser bikeve piratîkê de.

Leave a Reply

Back to top button