Rûsya êrişî depoyên petrolê yên Ukrayna kir

Rûsya êrişî parzûngehên petrolê yên Ukrayna kir. Fona Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF) diyar kir ku ji ber şerê li Ukraynayê rewş veguheriye “krîza mafên zarokan”. YE ragihand ku wan alîkariya ji bo Kîevê gihandine 2 milyar euro yî.Wezîra Karên Derve ya Brîtanya Truss got; Divê piştevaniya leşkerî ya ji bo Kîevê were zêdekirin û cezayên li dijî Rûsya bên xurtkirin.

Artêşa Rûsyayê bi moşekan êrîşî parzûngeha petrolê ya Kremençuka Ukraynayê kir.

Piştî êrîşê agir bi parzûngehê ket.

Polîsên Ukrayna li nava welat ji bo rêgirtina li sixurên Rûsya di alarmê de ne.

Li Kîevê polîsan kesekî ku sîxurtî ji Rûsya re dikir hate girtin.

Ukrayna: Di 24 saetan de 250 leşkerên din yên Rûsya hatine kuştin

Di dema ev rewş pêk tê de, li rojhilatê Ukrayna şerekî dijwar heye.

Sererkaniya Ukrayna ji aliyê xwe ve bîlançoya şer ya ji 24’ê Sibatê û heta niha eşkere kir.

Sererkaniyê îda kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, 250 leşkerên din yên Rûsya hatine kuştin.

200 balafir, 162 helîkopter û hezar û 205 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Rusya: 165 balafir û 125 helîkopterên Ukrayna hatine bêkêrkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî ji aliyê xwe ve bîlanço eşkere kir.

Berdevkê wezaretê Îgor Konaşenkov got;

165 balafir, 125 helîkopter, 3 hezar û 32 tank û maşîneyên zirxî yên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Her wiha herî dawî wezaretê 25’ê Adarê ragihandibû ku hezar û 351 leşkerên wan hatine kuştin.

Unicef: Li Ukrayna krîza mafê zarokan heye

Fona Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF) diyar kir ku ji ber şerê li Ukraynayê êrîş li perwerdeyê jî hatiye kirin û rewş veguheriye “krîza mafên zarokan”.

Ji ber şer tenê di meha dawî de bi sedan zarok mirin, bi mîlyonan zarok neçar man malên xwe biterikînin.

UNICEF da zanîn ku ji roja despêkirina êrişan û heta niha 239 zarok hatine kuştin

355 zarok jî birîndar bûne.

YE: Wê alîkariya leşkerî ya bo Ukrayna bigihîne 2 milyar euro

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Josep Borrell beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya G7 a li Almanyayê ji rojnamevanan re axivî û got;

Em ê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê zêde bikin.

Borrell diyar kir ku YE ji bo piştgiriya artêşa Ukraynayê wê beşa nû ya ji 500 milyonî alîkariyê bide.

Bi vê re wê tevahî alîkarî bigihêje 2 milyar euro yî.

Brîtanya: Li dijî Rûsya divê alîkariya leşkerî ya bo kîevê bê zêdekirin

Wezîra Karên Derve ya Brîtanya Liz Truss daxwaz ji welatên G7 kir ku bi şandina çekan zêdetir ji Ukrayna û berfirehkirina cezayên li dijî Rûsyayê re, zextê li ser Serokê Rûsyayê Vladimir Putin zêde bikin.

Truss got, “Niha pir girîng e ku em zexta li ser Putin bi dayîna çekên zêdetir ji Ukrayna û zêdekirina cezayên ser Rûsyayê re bidomînin.”

Back to top button