“Li kampa Holê bûyerên kuştinê zêde bûne”

Kampa Holê ku yek ji kampên herî xeter yên cîhanê ye, her dem buyerên êriş û kuştinê lê pêk tên. Piştî bûyerên Xiwêran ên di destpêka salê de, xeteriya li Kampê û sûcên kuştinê, zêde bûn. Endamê Rêveberiya Ewlekariya Kampa Holê Îbrahîm Mihemed diyar kir divê civaka navnetewî di zûtirîn dem de, çareseriyekê ji bo zarok û malbatên DAIŞ’ê bibîne.

Li Kampa Holê ku yek ji mezintirîn û xetertirîn kampên cîhanê, sûcên kuştinê zêde bûne.

Di Kampa Holê de 56 hezar û 154 kes hene.

Ji wan 29 hezar û 142 penaberên Iraqî, 18 hezar û 903 koçberên Sûrî û 8 hezar û 109 malbatên çeteyên DAIŞ’ê ku piraniya wan jin û zarok in .

Ji destpêka îsal ve li kampê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê 13 buyerên kuştinê li dijî koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê pêk anîne.

Malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên di kampê de jî xwe bi rêxistin dikin û buyerên kuştinê dikin.

Lê civaka navneteweyî çavê xwe li van sûcan digire û ji çareserkirina dosya DAIŞ’ê direve.

“Divê ji bo zarokên DAIŞ’ê çareserî were dîtin”

Endamê Rêveberiya Ewlekariya Kampa Holê Îbrahîm Mihemed diyar kir ku piştî bûyerên li Xiwêran, rewşa kampê xetertir bûye.

Mihemed bal kişand ser rewşa zarokên DIAŞ’ê û destnîşan kir ku divê rêxistinên peywendîdar ji van zarokan re çareseriyekê bibînin, da ku ew jî li ser fikrê tund yê DAIŞ’ê neyên mezinkirin.

Endamê Rêveberiya Ewlekariya Kampa Holê Îbrahîm Mihemed bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku di zûtirîn dem de çareseriyekê ji zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên di kampê de bibînin.

Back to top button