HIKÛMETA ISRAÎLÊ JI BO AVAKIRINA BAJAROKEKÎ BI NAVÊ SEROKÊ EMERÎKAYÊ ”TRUMP” LI COLANÊ DICIVE

Hikûmeta Israîlê ragihand ku roja yekşema bê ji bo avakirina bajarokekî bi navê serokê Emerîkayê Donald Trump li Colana Sûrî ew ê dengdanê bikin.

 

Ajansa AFP’ê ragihand ku serokwezîrê Israîlê Bineymîn Neteniyho diyar kiriye ku hikûmeta Israîlê dê roja yekşemê, li Colanê bicivin.

Naveroka civînê jî wê avakirina bajarokekî bi navê serokê Emerîkayê Dounald Trump li Colana Sûrî be.

Ev gava Israîlê piştî ku serokê Emerîkayê Donald Trump serweriya Israîlê ji bo çiyayên Colanê nas kir.

Di adara borî de Serokê Amerîkayê Trump serweriya Israîlê ji bo Colana dagirkirî nas kir.

Li hember vê biryarê jî gelek bertek hatin destnîşankirin.

Leave a Reply

Back to top button