Li bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Meş bi diruşmeya “Bi seferberiya giştî ya Yekîtiya Jinên Ciwan, em ê tecrîda li ser rêbertî bişikînin” bi rê ve çû.
Bi dehan ciwanên Dêrikê, koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampa Newroz bi cih bûne û endamên saziyên Dêrikê beşdarî meşê bûn.
Di meşê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hat berzkirin.
Meş ji têketina Dêrikê dest pê kir û ber bi navenda Şehîd Hawar a Ciwanên Şoreşger ve kete û li navenda ciwanan rawestî.
Li wir endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî û wiha got:
Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan meş bi dawî bû.