
Şiyar Xelîl ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan 121 roj li Almanya di greva birçîbûnê de mayî rakirin nexweşxanê.
Li gorî agahiyan Şiyar Xelîl îro rakirin Navenda Dil a li Mûnîh a Almanyayê.
Hate gotin ji ber rîtma dilê Xelîl xirab e tê tedawîkirin.
Têkilîldarî rewşa tenduristiya Xelîl agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Xelîl, li gel sê aktivistên Kurd li Almanya ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Xelîl ku 121 roj di greva birçîbûnê de mabû, bi peyama Ocalan re 26’ê Gulanê li gel hemû çalakgerên greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe anîbû.