Rûsya baregehên artêşa Tirk û çeteyên wê li Helebê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma Daret Eze ya rojavayê Helebê, bombebaran kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên li “Foca 111” ya li herêma Daret Eze ya Helebê êrişek hewayî pêk anî.

Duh Hêzên hikumeta Şamê jî yên li bajarokên Nibul û Zehra bi cih bûne nuqteyên dewleta Tirk yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

Li gor agahiya kuştî û birîndar hene.

Li hêleke din Dewleta Tirk a dagirker li Helebê, karwanê cenazeyên endamên Komîteya Gel a Nibûl û Zehrayê kir armanc.

Di encama êrîşê zarokê bi navê Elî Hisên Hec Îsa hat qetilkirin. Welatiyê bi navê Mihdî Ulbe jî birîndar bûye.

Îsraîlê bi mûşekan Misyaf kir armnac

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî da zanîn ku Îsraîlê bi êrişeke hewayî nuqteyên milîsên Îranê li herêma Misyaf a Hemayê kir armanc.

Îsraîlê li Başûrê Sûriyê êriş bi moşekan pêk anî

Back to top button