Li Efrînê şer di navbera çeteyan û niştecihan de derket

Duh derengiya şevê Li navenda Efrînê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk û niştecihan şerekî dijwar rû da.

Li gorî ajansa Hawarê ku xwe dispêre çavkaniyên ji hundirê Efrînê, ragihand ku doh êvarê li gel çerxerêya Kawa ya li navenda Efrîna dagirkirî şerekî dijwar rû da.

Ajansê diyar kir ku şer di navbera çeteyên “Artêşa Îslam” û niştecihan de çêbû.

Di encamê de kuştiyên herdû aliyan heye .

Li herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bi taybet Efrînê tevliheviya ewlehî û pevçûnên bênavber ên çeteyên dagirkeriyê bi xwe û niştecihên li wir de rû didin.

Sedema şer û pevçûnan nakokiyên li ser dizîna mal û milkên welatiyên koçber bûne, ye.

Back to top button