Dagirkeran gundên Kobanê, Şera û Şêrawa topbaran kir-NÛBÛ

Îro dîsa artêşa Tirk dîsa berê topên xwe da herêmê.
Mîna van rojên derbasbûyî dîsa gundên Kobanê, Şera û Şehbayê bûn hedef.

Îro dîsa dagirkeran gundê Zormixar û Şêxlera jorîn yên rojavayê Kobanê da ber topan.

Heman artêşê gundê Um El-Qura yê kantona Şehbayê jî bi dijwarî topbaran kir.

Beriya vê, Aşxaneya Feysal a gundê Tinibê yê navçeya Şera jî bû armanca êrişan.

Li gorî agahiyan, nêzî 10 guleyên obîsan li herêmê ketine.

Doh derngiya şevê jî artêşa Tirk gundê Şex Îsa yê navçeya Til Rifet bi dijwarî topbaran kir.

Heman demê, artêşê gundê Kefer Anton ê Şera û gundê Meyasê yê Şêrawa topbaran kir.

Di vê navberê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li asîmanê kantona Şehbayê digeriyan.

Rojane dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.

Qaşo li herêmê hêzên garantor hene, lê li hember êrişan ti helwestê nîşan nadin..

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
DAGIRKERAN GUNDÊN KOBANÊ, ŞEHBA Û ŞERA TOPBARAN KIR

 

Back to top button