​​​​​​​TEV-DEM: Herêmê ji Osmaniya nû biparêz in

​​​​​​​TEV-DEM’ê têkildarî hewldanên dewleta Tirk yên guhertîna demografayayê, bang li hêzên siyasî kir ku herêmê ji Osmaniya nû biparêzin.
MSD’ê ji bo nirxandina mijarê li Hesekê semînerek lidar xist.

dîmenê doh yê anîna wan penaberan bi kar bînin

Demek bû desthilata Tirk behsa mijara bicihkirina penaberên Sûrî yên ji deverên cuda, li herêmên dagirkirî dikir.

Doh dewleta dagirker ev plan xist pratîkê û koma yekem ku ji 100 penaberî pêk dihat derbasî Girî Spî kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

”Ev proje gelekî xeter e. Armanca Tirkiye ew e ku axa Sûriyê mîna Lîwa Îskenderûn tevlî Tirkiyê bike.”

TEV-DEM’ê bang li hêzên nîştimanî, siyasî û demokratîk ên Ereb û Kurd kir ku herêmê ji Osmaniya nû biparêz in.

MSD’ê derbarê guhertina demografîk li Hesekê semîner li dar xist

Têkildarî mijarê MSD`ê bi dirûşmeya “Guhertina demografî li Sûriyê û plana Tirkiyê ya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî”, li Hesekê semînerek lidar xist.

Di semînerê de lêkolîner Ehmed Sîno bal kişand ser guhertina demografî û qirkirina etnîk a li dijî gelên herêmê û diyar kir ku avakirina avahiyên mêtîngeriyê, niyeta Tirkiyê ya qirker eşkere dike.

Back to top button