Kongra Star û Dîwana Dadmendiya Civakî ya Herêma Cizîrê bertek nîşan dan

Li dijî Tecîda girankirî ya li ser Rêber APO, Kongra Star û Hiqûqnasên Herêma Cizîrê daxuyanî dan.
Hat diyar kirin dewleta Tirk bi tecrîdê aloziyên li Tirkiye û herêmê kûrtir dike.

Daxuyanî li li qada Meclisa Edaleta Civakî ya Hesekê bi beşdariya bi dehan endamên Kongera Star û hiqûqnasên herêma Cizîrê hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk zêdetirê 23’ê salan li dijî Rêber Apo binpêkirinên li dijî mirovahiyê, pêk tîne.

Di daxuyaniyê de sûc û binpêkirinê dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî her wiha bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van kirinan hete şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî yên navnteweyî û mafên mirovan hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bînin cih.

Back to top button