80 rojin Rûsya bi hemû hêza xwe êrişî Ukrayna dike

Di demekê ku Rûsya, Ukrayna daye ber xwe, welatên Ewropa yên bakur-rojhilat ji xwe bitirsin.
Ji ber vê yekê Swêd û Fînlandiya li ber derê NATO ne.
Lê ji bo endamtiya wan were erêkirin, divê endamên din yên NATO vê yekê bipejirînin.
Axaftina Serokomarê Tirkiye Erdogan ya derbarê beşdarbûna Swêd û Fînlandiya ji NATO re, ev welat bihêrs kirine.
DYA ragihand ku ew hewil didin, helwesta Tirkiye zelal bikin.

Rûsya ev 80 rojin bi hemû hêza xwe êrişî Ukrayna ya li nava Ewropa ye dike.

Tevî hemû ceza û helwestên welatên rojava Moskow di ya xwe de israr dike.

Israra Moskow welatên Ewropa yên din ku bi sînorê Rûsya re cîranin xistiye nava fikaran.

Ji bo vê yekê Swêd û Fînlanda piştî sed salî bêalîgiriya xwe danîne aliyekê û dixwazin bibin endamên NATO.

Sholez: Bi Fînlanda û Swêdê re wê NATO bihêztir bibe

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz got,

Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê NATO lawaz nake, berovajî vê yekê bihêztir kiriye.

Bi beşdariya Swêd û Fînlandayê wê hevpeyman bihêztir bibe.

Di demekê ku ev yek pêk hat de ji Almanya daxuyaniya piştevaniyê derket.

DYA: Em hewil didin helwesta Tirkiye zelal bikin

Daxuyaniyên Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê Fînlanda û Swêdê ku xwe ji bo endamtiya NATOyê amade dikin, li welatên rojavayî bû sedema nerehetiyê.

Erdogan got, ew endamtiya van welatan bo NATO erênî nabînin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki, li ser pirseke derbarê daxuyaniyên Erdogan de got,

Em “hewl didin helwesta Tirkiyê zelal bikin”.

Rayedarekî payebilind yê Amerîkî ji ajansa AFP’ê re axivî û diyar kir ku wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiyê wê di civîna wezîrên NATO a vê hefteyê li Almanya bêlidarxistin de mijarê zelal bikin.

Swêd: Helwesta Erdogan ne di berjenwediyên Tirkiyê de ye

Gotinên Erdogan li Fînlanda û Swêdê deng veda.

Wezîrê Karên Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto jî li ser pirseke der barê daxuyaniyên Erdogan de got,

“Di pêvajoyên bi vî rengî de hinek sebir lazim e.

Ev di rojekê de pêk nayên.

Divê em pêvajoyan gav bi gav bimeşînin. ”

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde jî diyar kir ku eger welatê wê serlêdana endamtiya NATOyê bike ew ê ji hemû endamên hevpeymanê daxwaza piştgiriyê dikin.

Lind têkildarî helwesta Tirkiyê ev tişt anî ziman:

“Swêd û Fînlandayê piştgiriyeke ‘pir xurt’ ya welatên girîng ên endam hene û di berjewendiya Tirkiyê de ye ku bi van welatan re têkiliyên baş bidomîne.”

Rûsya jî li dijî endamtiya Fînlanda û Swêdê ya NATOyê ye.

Back to top button