Li kampa Holê jineke din hat kuştin

Li Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, bûyerên kuştin û êrişan her diçe zêde dibin.
Îro jî li kampê jineke din kuştî hate dîtin.

Li gorî agahiyên ji rêveberiya Kampê hatin wergirtin jineke ku nav û nanameya wî nehat zanîn kuştî hate dîtin.

Hat hînbûn ku ev jin beriya çend rojan hatiye kuştin û cenazeyê wê avêtibûn nava kanalîzasyonekê.

Li ser agahîyan hêzên ewlekariya kampê çûn cihê buyerê û cenazeyê jina ku hatiye kuştin, girtin.

Tevî vê buyerê di nava hefteya dawî de li kampê 3 kes hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê buyerên kuştinê didomînin.

Lê li hember vê rewşê civaka navneteweyî ti helwestê nîşan nade û berpirsyariyên xwe bi cih naynin.

Back to top button