Hersa gelê Kurd ya li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê a bi Tirkiyê re zêde dibe.
Li welatên Ewropa bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan.
Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK’ê bi tevlîbûna hezaran meşek pêk hat.
Di meşa ku Kurdistanî û dostên wan amade bûn de, li Brandenburger Tor veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de berxwedana gerîla hat silavkirin.
Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştgirya PDK’ê ya ji êrişan re, li bajarê Marsilya yê Fransayê jî hezaran Kurdistanî û dostên wan li qadan bûn.
Bi heman armancê li bajarê Zurîh yê Siwîsreyê Gelê Kurd û dostên xwe li ser pêyan bûn û li dijî dagirkerî û xiyaneta PDK’ê meşiyan.
Li paytexta Îtalya Romayê jî Ciwanên Kurd û Îtalî bi çalakiyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê protesto kirin.