Dagirkeran bi çekên giran êrişî gundên Kobanê, Şehba û Efrînê kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro dîsa bi çekên giran êrişî herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
Gundên Kobanê, Efrînê û Şehbayê bi obîs û hawanan hatin topbarankirin.

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomin..

Îro dîsa bi awayekî dijwar bi çekên giran êrişî herêmê hat kirin.

Dagirkeran gundê Zormixar û Şêxlera jorîn yên rojavayê Kobanê da ber topan.

Artêşa Tirk a dagirker piştî nîvrojê jî Mezreya Ehmed Mûnîr a li rojavayê Kobanê topbaran kir..

Artêşa Tirk ya dagirker ji baregehên xwe yên nêzî bajarê Cerablus yê dagirkirî top avêtin gundên Kobanê yên navborî..

Di seatên ber bi êvarê jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gundê meyasê yê Şêrawaya Efrînê topbaran kir..

Herwiha gundê Um El-Qura yê kantona Şehbayê jî bi dijwarî hat topbarankirin.

Beriya vê, Aşê Feysal a gundê Tinibê yê navçeya Şera jî bû armanca êrişan.

Li gorî agahiyan, zêdetirî 20 guleyên obîsan li herêmê ketine.

Doh derengiya şevê jî dîsa artêşa Tirk gundê Şex Îsa yê navçeya Til Rifet bi dijwarî topbaran kir.

Heman demê, gundê Kefer Anton ê Şera û gundê Meyasê yê Şêrawa jî ji aliyê dagirkeran ve hat topbarankirin..

Di vê navberê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li asîmanê kantona Şehbayê digeriyan.

Tevî li van herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê garantorên pêşîgirtina li êrişan hene, lê heta niha tu helwest nîşan nedane.

Back to top button