Şêniyên Efrînê bi boneya cejna Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist

Bi diruşmeya ” bi rihê 15’û Gulanê em ê vegerin Efrînê “Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist.

Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, nûnerên partiyên siyasî, endamên sazî û yekitiyên sivîl ên Efrînê li qada dibistana Ehdas a kantona Şehbayê li hev kom bûn.

Di şahiyê de Endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinû a Herêma Efrînê Fadil Mihemed axivî û 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li tevahî şêniyên Efrînê, xwendekar û karmendên perwerdeyê pîroz kir.

Fadil anî ziman ku ew ê li ser şopa berxwedan û girêdana bi ziman dewam bikin ji ber ku ziman hebûn e û ew ê nehêlin ti kes wê binpê bike.

Piştre ji aliyên hin koman ve stran û helbest hatin gotin.

Back to top button