Riyad Derar: Bêdengiya hikumeta Şamê nîşaneya lihevkirinekê ye

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar, bêdengiya hikûmeta Şamê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker nîşan dide ku lihevkirinek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.
Hikumeta Şamê jî di nav de, Riyad Derar bêdengiya hemû dewletên Ereb derbarê planên dagirkeriya Tirk li Iraq û Sûriyê rexne kir û banga bidawîkirina sûcên wê kir.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar têkildarî êrişên dewleta Tirk ên dawî li ser herêmê, bêdengiya hikumeta Şamê di vî alî de û projeya guhertina demografiya herêmên dagirkirî ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Riyad Derar anî ziman êrişên dagirkeriyê û projeya bicihkirina milyonek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî hemwextî hev hatine û got:

” Armanca dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê ye.”

Têkildarî bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrişên dagirkeriya Tirk, Riyad Derar ev tişt anî ziman:

“Hikumeta Şamê ji êrişan razî ye.

Dibe ku di navbera Şamê û Enqerayê de lihevkirin hebe.

Taybet piştî têkliyên istixbaratî yên der barê dosyaya penaberan de.”

Li ser helwesta komkara Erebî ya têkildarî van êrişan jî, Hevserokê MSD’ê anî ziman heta niha bi rêya daxuyaniyan jî bi erka xwe ranebûye.

De barê planên guhertina demografiya herêmên dagirkirî jî, Riyad Derar diyar kir ku zêdebûna êrişan bi vê planê ve girêdayî ye û piştrast kir ku armanc jê koçkirina şêniyên herêmê ye.

Back to top button