WAŞINTON ÎRAN TAWANBAR DIKE, TEHRAN JÎ BI XURTÎ RED DIKE

Xuya ye êrîşên herî dawî yên li Kendava Omanê rû dan, agirê navbera Îran û Amerîka ku ev demek vêxistiye, venamirîne. Waşinton Îranê bi êrîşên duh ên Kendava Omanê tawanbar kir. Îran jî ev yek bi xurtî red kir.

Duh li bermaberî benderên Îmaratê li nêzî benderên Îranê 2 keştiyên neftê hatin hedefgirtin.

Jixwe ev demek nakokî di nava Amerîka û Îranê de pir zêdebûne, êdî yekser Amerîka tiliyên tawanbariyê dirêjî Îranê kir.

Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Îran bi van êrîşan tawanbar kir û got:

Amerîka li ser bingeha agahîne istxbaratî cureya çekên bikarhatî nirxandiye.

Îro Trump jî Îran bi vê yekê tawanbar kir û teqez kir Îran nikare geliyê Hormuzê bigire û eger girt jî wê dîsan veke.

Li gorî berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Amerîkî jî, qeyîkeye Pasdarên Şoreşger saet 4:10 nêzî keştiyekê bû û mayîneke ne-teqandî ku bi keştiyê ve bû, rakir.

Ev jî li gorî berdevk bi rêya vîdyo û wêneyan re hatiye belgekirin.

Îran bêdeng nema û got ev tawanbarî ti bingeha xwe tune ye.

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Zerîf ev idîa bi dipolmasiya xerabkirinê bi nav kir û got:

Ji ber tîma “B” têk çûn, aniha vê planê bi kar tînin.

Mebesta wî bi tîma B jî Netanyahu, Bolton, Bin Zayid û Bin Selman e.

Ji bo van axaftinan jî wezîrê karê derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş bi tiwîttekê lê vegerand:

Roj bi roj daxuyaniyên Zerîf der barê Tîma B de bêwate dibin û rastî û baweriya wî dixînin.

TRUMP: EM NE AMADE NE ANIHA LIHEVKIRINEKÊ BI ÎRANÊ RE GIRÊDIN

Li aliyekî din, serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew aniha ji danûstandinên bi Îranê re ne amade ye û got:

Ez hurmetê ji navbeynkariya Japonyayê re digirm, lê ez bixwe dibînim pir zû ye em lihevkirinekê bi Îranê re girêdin.

Ne ew, ne jî em amade ne.

Leave a Reply

Back to top button