HPG: 427 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin

Her çendî tevgera dagirkeriya Zap û Avaşînê bi awayekî fermî 17’ê Nîsanê bi êrişa bejayî destpê kiribe jî lê di esas de 14’ê Nîsanê roja wê ya pêşî ye.
Bi vî awayî, şerê dijwar ê di navbera artêşa Tirk û gerîllayên Kurdistanê de mehek temam kir.
HPG’ê bi daxuyaniyekê encama şerê meha derbasbûyî bi raya giştî re parve kir.
Li gorî vê;
427 leşkerên Tirk hatin kuştin, helîkoptereke Skorsky, tankek jî di nav de gelek amûrên leşkerî hatin rûxandin.
Û heta vê rojê de 25 gerîlla jî şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şerê mehekê yê Pêngava Bazên Zagrosê eşkere kir.

Navendê bi bîr xist ku şeva 14’ê Nîsanê li dijî Zap û Avaşînê êrişeke mezin destpêkir û got;

Ji kêliya pêşî ya tevgera dagirkeriyê, gerîlayên Kurdistanê her bihostek xaka Kurdistanê bi rihekî canbeş parastin.

Li hemberî teknîka herî dijwar a şer, gerîlla bi rêbazên şerê nûjen li ber dagirkeran rabûn.

bi ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî kirin qada berxwedanê, bersiva pêwîst dan dagirkeran û derbên giran li êrişa dagirkeriyê xistin.

Ji tîmên taybet bigrin, heta rêbazên sekvanî, serdegirtin, û êrişên ezmanî, hercûreyên çalakiyên afrîner hatin lidarxistin.

Ji ber vê yekê, darbên giran li artêşa dagirker hate xistin.

Her wiha hasbên wan û hevkarên wan jî têk çûn.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê tevhgera 14’ê Nîsanê weke yek ji êrişên herî giran binav kir û got;

Dewleta Tirk a mêtinger ji bo tinekirina tevgera azadiya Kurdistanê derfetên xwe yên teknîkê hemû xistin dewrê.

Di van êrişan de, ne tenê artêşa Tirk, her wiha hêzên PDK’ê jî ji roja pêşî hevkarî li gel dagirkeran kirin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, encama şer û berxwedana mehekê wiha ye:

HPG: Heta niha 25 gerîllayên me şehîd bûne

Çalakiyên gerîlla

  • 4 çalakiyên serdegirtinê
  • 4 çalakiyên xweberdana nava dijmin
  • 20 çalakiyên hemwextî
  • 37 çalakiyên sabotajê
  • 62 çalakiyên sekvaniyê
  • 68 çalakiyên bi çekên giran
  • 147 şer û çalakiyên derblêdanê
  • Gerîla bi giştî 343 çalakî lidar xistin.
  • Di şer û çalakiyan de 25 gerîlla şehîd bûn

HPG: 817 êrişên bi balafiran pêk hatin

Encama çalakiyên gerîlla

  • 427 leşkerên Tirk hatin kuştin.
  • 88 leşker birîndar bûn.

Êrişên artêşa Tirk

  • 817 êrişên balafirên şer.
  • 719 caran bi helîkopterên êrişê û 1274 caran bi obusan bombardiman hate kirin.
  • 164 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn.

Alavên hatine tinekirin

  • Helîkopterek Skorsky
  • Tankek
  • 14 çeper
  • 7 Drone
  • 5 Sîstemên Kamera şopandinê
  • 2 Cîhazên Guhdarîkirinê
  • Gelek çek û alavên leşkerî.

Wesayîtên hatine darbkirin

  • 22 helîkopter
  • 3 Drone
  • Wesayiteke leşkerî.
Back to top button