
Welatiyên Başûrê Kurdistanê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya ji bo êrişan, nerazîbûn nîşandan. Welatiyan diyar kirin bêyî cûdahî, her aliyek hevkariya dagirkeran bike, xayîn û xwefiroş e û bang kirin li dijî dagirkerî û xiyanetê dakevin qadan
Li hemberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dengên nerazîbûnê bilind dibin.
Welatiyên Silêmaniyê diyar kirin ku ger PDK hevkariya dewleta Tirk neke, dewleta Tirk nikare derbasî nava xaka Kurdistanê bibe.
Welatî Heme Elî: Aliyek Kurdî dixwaze dewleta Tirk were xaka Başûr dagir bike
Welatiyê bi navê Heme Elî da zanîn dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û aliyek Kurd jî dixwaze dewleta Tirk were beşek ji xaka Başûr dagir bike.
Heme Elî diyar kir ger hêz û aliyên Kurd yekgirtî û xwedî yek helwestê bin, wê ti dijminek nikaribe êriş bike.
Welatî Hesen Pişderî: Wê bi vîna polayî ya gerîla êriş werin şikandin
Hesen Pişderî anî ziman divê yên hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin, nebin dijminê gelê xwe.
Welatî Şiwan Qadir: “Bêyî cûdahî her aliyek hevkariya dagirkeran bike xayîn û xwefiroş e”
Welatiyê bi navê Şiwan Qadir jî da zanîn divê hemû Kurd dijî dagirkeriya Tirk helwest nîşan bidin û got;
“Bêy cûdahî, her aliyek hevkariya dagirkeran bike, xayîn û xwefiroş e.”
Xelkên navçeya Derbendîxanê: Yên pêşiya leşkerên Tirk ketine, dîrokek rûreş ji xwe re dinivîsin
Welatiyên navçeya Derbendîxanê jî li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê nerazîbûn nîşan dan.
Welatiyê bi navê Kamuran Elî diyar kir ku Tirkiye ketiye nava qeyranek mezin û bi vî şerê ku li Herêmê dayî destpêkirin dixwaze rojevê biguhere.
Kamuran Elî îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi êrişan re kir .
“Dîrokeke PDK’ê heye ku hemû gel jê zerer dîtine. Bi hemû pivanên xwe xiyanet li xwîna şehîdan kiriye.”
Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Elî Keloşî jî axivî û bal kişand ser helwesta PDK’ê ya li beramberî êrişan.
Elî Keloşî helwesta Hikûmeta Başûr wek helwestek bi tirsonekî û şermok bi nav kir
Elî Keloşî bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkerî û xiyanetê dakevin qadan.
Malbetên xizmên wan ji aliyê PDK’ê ve hatine qetilkirin: PDK niha jî heman kirinan dike û dest ji xiyanetê bernedaye
Malbatên ku xizmên wan ji ber zilma dewleta Tirk Koçî Başûrê Kurdistanê bûn û ji aliyê PDK’ê ve hatine qetilkirin jî derbarê mijarê de axivîn.
Malbatan diyar kirin ku PDK’ê dest ji xiyanetê bernedaye û gotin ku wan ji ber zextên PDK’ê çend war guhertine.