ÇETEYÊN LÎWA SEMERQEND 6 ŞÊNIYÊN GUNDÊ SENARÊ YÊ ŞIYÊ REVANDIN

Kirinê dewleta Tirk a dagirker ên der-mirovahiyê li Efrînê roj bi roj zêdetir dibin.
Ji derveyî kirinên revandin, talankirin û dizînê, topbaran jî dewam e.
Careke din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên Malkiyê û Şewarxa yên navçeya Şera topbaran kirin.
Topbaran gihaşte herêma Til Rifetê ku bi hezaran sivîl lê dimînin.

Kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê Li Efrîna dagirkirine dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê “Lîwa Semerqend” 6 şêniyên gundê Senarê yê navçeya Şiyê revandin.

Tê zanîn 2 ji wan piştî danyina fidyeyê hatin berdan, lê belê 4’ên din hîna girtî mane.

Li gundê Ereba yê Mabata çeteyên dagirkeriya Tirk bi ser gund de girtin û hejmarek sivîl revandin.

Navên hin ji kesên hatine revandin ev in:

– Elî Henîf
– Fîras Izet
– Mistefa Şukrî

Çeteyan ji her girtiyekî 150.000 lîreyên Sûrî xwest.

Ev demeke girtin û revandina ji bo standina fidyeyan li Efrînê zêde bûne.

Têkildarî mijarê, çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku di nava du rojên dawî de çeteyan hejmarek sivîl revandine.

Li navçeya Şiyê çeteyan şêniyên bi navê:

– Bêrem Ebdo Kalo
– Malbata Bekir Heyder.

Hat zanîn ku çete êşkenceya hov li şêniyan didin, çavkaniyan gotin ku çete sivîl bi traktoran ve girêdidin û dajon.

LI ŞIYÊ HER EREBEYEK 100$, ZEYTA ZEYTÛNAN 25%, PELÊN REZAN 20% Û 500$ BACA PARASTINÊ TÊN FERZKIRIN

Li heman navçeyê, çeteyên bi navê El-Emşat baca 100$ ji bo her erebeykê li şêniyan ferz kir.

Her wiha baca ji sedî 25 li ser zeyta zeytûnan û ji sedî 20 li ser pelên rezan ferz kir.

Heman koma çete di bin navê qaşo parastinê de, baca 500$ li ser her malbatekê ferz kir.

Yê ku bacê nede jî, wê were revandin û êşkencekirin.

Li navenda bajarê Efrînê çeteyên bi navê Firqet El-Hemza bi kêran êrîşî 2 sivîlan kirin.

Sivîlên bûn hedefa êrîşa kêran, ev in:

– Nozad Topel
– Omîd Topel

ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK MALKIYÊ Û ŞEWARXA YÊN ŞERA TOPBARAN KIRIN

Careke din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên Malkiyê û Şewarxa yên navçeya Şera topbaran kirin.

Piştî wê jî, çeteyan dest bi topbarankirina Til Rif’etê jî kirin.

Weke tê zanîn, çeteyên dagirkeriya Tirk bi awayekî bênavber gundên Şera û Şêrewa topbaran dikin.

Leave a Reply

Back to top button