RÊBER OCALAN: PIRSGIRÊKA SÛRIYÊ BI DESTÛREKE KU DEMOKRASIYA HERÊMÊ DIHEWÎNE PÊKAN E

12’ê Hezîranê parêzerên rêber Ocalan hevdîtinek bi muwekilê xwe re pêk anîn.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê naveroka hevdîtinê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Rêber Ocalan işaret bi girîngiya feraseta siyasî ya xwedî hêza temsîlkirina yekparebûna Sûriyê kir û pêşniyara xwe ya demokrasiya herêmî ya ku bi destûra bingehînî hatiye misogerkirin dubare kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 12’ê Hezîranê roja Çarşemê bi muwekîlê xwe Ocalan hevdîtineke berfireh pêk anîn.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Buroyê diyar kir ku rêber Ocalan gelek xal nirxandin.

Yek ji wan jî rewşa Bakûr û Rojhilatê Sûrî.

Rêber Ocalan işaret bi girîngiya feraseta siyasî ya xwedî hêza temsîlkirina yekparebûna Sûriyê kir û pêşniyara xwe ya demokrasiya herêmî ya ku bi destûra bingehînî hatiye misogerkirin dubare kir.

Polîtîkayên hundir-derve yên Tirkiye û Sûriyê bi hev ve girêdayî ne, ketine nava hev û nabe ku ji hev cuda bên nirxandin.

RÊBER OCALAN:
JI BO AZADIYÊ DIVÊ TÊKOŞÎNEK MEZINTIR BÊ PÊŞXISTIN

Di hevdîtina 5’ê Gulanê ya bi malbatê re jî Rêber Ocalan gotibû:

Divê gelê Bakurê Sûrî ji bo azadiyê bêtir têbikoşe.

Divê ji bo Yekitiya Sûriye hemû gelên Sûriye jiyana hevpar ava bikin.

Ger ku vê yekê pêş bixin û bi ser bikevin tu hêz nikare bi wan û xwest gelên li Sûriye bi hevre têbikoşin.

Di peyama 7 xalî de ku 6’ê Gulanê hatibû ragihandin jî, yek ji mijara girîng Rojava, Bakurê Sûriyê, QSD bû.

Rêber Ocalan wê demê got, ger derfet çêbibe, di nav yekîtiya Sûriyê de, pirsgirêka Kurd jî di nav de, li ser hemû pirsgirêkên Sûriyê ew ê bi roleke pozîtîf bileyîze.

Leave a Reply

Back to top button