“Na ji Itîlafa Xayîn re”..Li dijî guhertina demografîk xwepêşandanek li Efrînê pêk hat

Li dijî plana guhertina demografîk a dewleta Tirk, kesên ku Tirkiyê ew li Efrînê bi cih kirine, xwepêşandan li dar xistin.
Xwepêşandêran bi gotina “Na ji Itîlafa Xayîn re” banga vegera li malên xwe kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan dîmenek belav kir û diyar kir ku ” li dijî projeya herêma ewle xwepêşandanek li Efrînê pêk hat û banga vegera li cih û war hat kirin”

Weke di dîmenan de tê bihîstin, kesên ji Xûta, Humis û parêzgehên din ên Sûri li hemberî plana dewleta Tirk û koma bi navê Îtîlfê gelekî bi hêrs bûne.

Di vê dema dawiyê de, Hikûmeta Erdogan plan dike milyonek kesên biyanî ji hindirê axa Tirkiyê bîne û li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Bi vî awayî jî guhertineke demografîk a herî mezin li ser asta Sûriyê, li Bakurê Sûrî pêk tîne.

Back to top button